Bijîşk û nexweşî

Mizgîn Ronak Aydin

Di 1851an de bijîşkê Emerîkî Samuel A. Cartwright nexweşînek keşif kir. Lê ew ne keşif bû, îcad bû. Her çiqas ew û hevalbendên wan yên desthilatdar niha wisa bibêjin jî, wan ji rewşa herî bi tendurust û sihet re gotin nexweşî û navek wiha lê kirin; Drapetomanîa!

Yanî nexweşiya reva ji esaretê. Çi sosret e ne? Ma ji viya baştir û xweştir çi heye. Esaret tiştek welê xirab e ku gere bê redkirin û tunekirin. Lê bijîşk û zanista wî ya nîjadperest gotina yewnanî Drapeto yanî koleya ku direve û manîa yanî nexweşî aniye ba hev û nexwşiyek peyda kirine. Jixwe di pirtûka xwe ya bi navê Taybetmendî û Nexweşiyên Nîjada Reşikan de ya ku yek ji belgeyên rûreşî û nîjadperestiyê ye bi berfirehî behsa vê yekê dike. Lew li gor mêjî û zanista wî koletî û esaret û xizmeta reşikan a ji bo nîjadê spî normale lê redkirin û firyara ji vê yekê anormal bû.

Helbet ew gav jî û niha jî biqasî alîgirên wî dijberên wî jî hebûn û dijberiya herî dijwar a ku dawiya vê zanista sosret anî jî berxwedana beden û giyana reşikan a azadîxwaz bû. Ew bi eşq û nexweşiya azadiyê ketibûn, nikaribûn hêsîr û dîl bimînin. Lê dizanibûn ku pirî caran beza ber bi azadiyê ve bibe beza ber bi mirinê be jî, dîsa hêjayê bezê ye. Her wiha em kurd jî wek reşikên rojhelata naverast tim ber bi azadiyê ve beziyane û li gor bijîşkên wiha zanyar(!) tim bi jana zirav û drapetomaniayê ketine. Loma jî hema her roj, hinekên ku dişibin wî bijîşkê dikarin ji me re bêjin: ma çiyê we kêm e, win çima bi filan tiştî têr nabin û filankesê naecibînin û hwd… Hê jî nizanin û nikarin fêm bikin ku azadî bo me reşikan tê çi wateyê? Hê jî tênagihîjin ku digel tevî astengî, kêmî û kurtiyên me jî em xeyalên xwe nadin bi rastiyên wan, hejariya xwe nadin bi desthiladariya wan. Digel tevî birînên xwe yên ku nizanim ji beriya kîjan mîladê mane, em ji wan û ji dinya wan a hezarpîneyî, ji manîpulasyonên wan ên hezarrûyî hez nakin û naecibînin.

Lew em nexweş in, nexweşên azadiyê ne û ev nexweşiya her ku diçe dibe eşqek dijwartir, ev dê dawiya esaretên bêhejmar bîne û dawiya wan bijîşkan jî. Hûn dibînin, way ew bijîşk û hemû bijîşkên wek wî çav û mîkroskopên dane ser me. Dixwazin me baş bikin, yanî; dixwazin me nexweş bikin, da ku em bibin muptelayê dermanameyên wan ên zexel û kujer. Dixwazin ku em tenê li gotinên wan guhdar bikin û tenê li ser gotinên wan bifikirin. Yanî dixwazin ku em bi mêjiyê xwe nefikirin, bi gotinên xwe nepeyîvin, bi çavên xwe nebînin, bi guhên xwe nebihîzin, lê wek robotek bi bernamkirina wan bijîn.

Belê her der mîroskop û awirên kujer in. Çav tim li ser me ne, carna wilo bandorker dibin ku mirov ji tiştên ku pisporên wan in jî dikevin şikê û ew şik wek kurmê darê her tiştî ji hundir va dixwe. Lê dema ku hişyarî wek rojek hundirîn geş û bilind dibe, her cûre bijîşk û laboratuwarên xwe têk diçin. Wek ku Helîm Yûsiv di Komara Dînan de dibêje; ‘Dîn in em’, tu qeyd û bendê nas nakin.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir